Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelensky Dibêje Sîvîl û Leşker, 137 Welatîyên Ukraynî Hatine Kuştin


Serokomarê Ukrayna Vladimir Zelensky ji Facebookê ser rewişa dawî ya şer axifî.

Zelensky da zanîn ku artêşa Ukrayna ‘’hema bêje’’ temamê welêt parastiye.

Wî bi bîr xist ku hêzên Ukrayna, Firîngeha Hostomelê ji hêzên Rûs bi şûnde sitandine û dîyar kir ku bi vê yekê bi Kîev ya paytext re bawerî çêbûye.

Serokomarê Ukraynî da zanîn ku di şer de sîvîl û leşker 137 welatîyên wî hatine kuştin.

Zelensky dîyar kir ku ew xebatên xwe ji navenda hikûmetê didomîne û da zanîn ku armanca Rûsya ya sereke kuştina wî ye.

Wî dîyar kir ku Rûsya dixwze bi kuştina wî hebûna Ukrayna bi awayekî sîyasî biqedîne.

XS
SM
MD
LG