Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelensky ji Hevbendan Daxwaza Zêdetir Firokên F-16 Dike


Arşîv: Zelensky di dema civîna NATO ya li Lîtwanya de
Arşîv: Zelensky di dema civîna NATO ya li Lîtwanya de

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ew li bendê ye hevbendên Kîevê jibo têkoşîna dijî Rûsya soza dayîna pirtir firokên F-16 bidin.

Zelenskyy ev gotin ji Telegramê dema hilcivîna NATO ragihand.

‘’Em îro xebatên li Washingtonê didomînin. Bi taybetî wê jibo firokên F-16 di demeke nêz de biryarên nû werin dayîn.’’

Wî got ku ew bi danûstandinan hejmara firokên Ukrayna zêdetir dikin.

Ukrayna jibo li hember êrîşên muşekî yên Rûsya berevanîya xwe xurt bike ji demeke dirêj vir ve ji hevbendên xwe dixwaze ku firokên F-16 bide wê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken îro Çarşemê ragihand ku firokên pêşî yên Holanda û Danîmarka ber bi Ukrayna ve bi rê ketine.

Zelenskyy berê dîyar kiribû ku hejmara firokên F-16 yên hevbendan li ser hev kiriye têra wan nake û dabû zanîn ku jibo têkoşîna dijî Rûsya pêdivîya wan herî kêm bi 128 jetan heye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG