Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Putin Û Zelensky li Qesra Elysee Dicivin


zelensky û putin
zelensky û putin

Serokê Rûsî Vladimir Putin Û Serokê Ukrayina Volodymyr Zelensky bo cara yekê roja Duşemê li Parîs hatin ba hev û civya. Civîn di çarçeva Komcivîna Parîs de pêkhat ku Ewrûpa dixwaze alozî û duberîyên ev 5 salin li rojhilatê Ukrayina dom dikin, bidawî bibin.

Putin û Zelensky li ser masekê tevî serokê Fransa Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel rûniştin. Di civîna çarqulî de li Qesra Elysee pirsgirêkên rojhailata Ukrayina gotûbêj kirin.

Girniya civînê li ser vegerîna ser peymana sala 2015an bû, bo çareserkirina pirsgirêkên li rojhilatê Ukrayina, peymana ku heta astekê şer rawestand bû, lê leşkerên Ukrayinî û cûdaxwazên ku Rûsya piştevanîya wan dike şer ranegirtin, li ser dirêjahîya eniya nakokbar li rojhilatê Ukrayina pevçûn dihatin dom kirin.

Şerên di navber herdu aliyan de ji sala 2014an bo sedema kuştina 14,000 kesan, Zelensky hewil dide vê pirsê çareser bike.

Çavdêr weha dibînin ku dibe pêşketin çê nebin ji ber givaştinên gelê Ukranynî li paytext Kiev li ser serokê wan Zelensky da ku xwe radestî Putin neke.

Li aliyek din li hemberî Qesra Elysee ya serokatîya Fransa, hejmarek jinan, ji tevgera Fêministan ya ku li Ukryaina hatî damezrandin kom bûbûn û hatina Putin protesto kirin û digotin"Wî derhal rawestînin".

XS
SM
MD
LG