Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê ser êrîşên tundtir yên Rûsya hişyarî da, berîya salvegera 31’an ya serxwebûna Ukrayna roja Çarşemê ji serwerîya Sovyetê.
Karbidestên leşkerî yên Kîevê ji destpêka îro Duşemê heta Pêncşemê jiber xeterîya êrîşên bi roketan civîn, pîrozbahî, meş yên girseyî û çalakî yên têkildarî salvegera serxwebûna Ukrayna li paytext qedexe kirin.
Zelenskyy di peyama xwe ya rojane de dîyar kir ku Moskow dikare berîya Çarşemê ya roja serxwebûnê "tiştek bi taybet xirab" biceribîne ku heman roj wê bibe meha şeşan ya dagirkirina Rûsya ye.
Zelenskyy da zanîn wî bi hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re tevahîya gefan gotûbêj kiriye û herwiha wî rêberên din re jî agahdar kiriye, di nav de Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî.