Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Serdana Hêzên li Nêzî Bakhmutê Kir


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy serdana hêzên Ukraynî yên li nêzî bajarê Bakhmutê kir.

Zelenskyy got ku hêzên wan li hember leşkerên Rûsî bi ser dikevin û pêşde diçin.

‘’Leşkerên li hemî enîyan pêşde çûne ku ew jibo serbilindî ye.’’

Fermandarên Ukraynî dibêjin ku hêzên Ukrayna hem li başûr û hem jî li rojhilata welêt pêşde diçin.

Rêberê hêzên rojhilat yên Ukrayna Oleksandry Syrskyi dîyar kir ku ew hêzên dijmin ji baskên Bakhmutê derdixin.

Syrskyi got ku ew axa xwe ya dagirkirî jinûve ji destê hêzên Rûsî distînin.

Artêşa Ukrayna di demên dawî de operasyonên dibe ser hêzên Rûsî.

Pisporên şer û sîyasetê dibêjin ku operasyonên Ukrayn dikarin zorê bidin Rûsya ku ew jibo aştîyê li maseya danûstandinan rûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG