Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê serdana paytexta Amerîka Washington dike ku di şerê dijî Rûsya de daxwaza pirtir alîkarî ji Amerîka bike.
Zelenskyy, piştî ku hewil da ku li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Newyorkê piştgirîya navnetewî bi dest bixe, îro danê sibê giheşt Washingtonê.
Wî got ku berevanîya esmanî jibo wan mijara herî girîng e jiber ku Moskow bi mûşekan wan dike armanc.
Li ber e, Zelenskyy wê bi Serokê Amerîkî Joe Biden re li Qesira Sipî bicive, dû re bi rêberên leşkerî yên Amerîkî re li Pentagonê biaxife.
Serokê Ukraynî herwiha wê li Kongresa Amerîka bi Komarî û Demokrat yên Civata Nûneran û Civata Senatoran re bicive ku bo alîkarîya pirtir piştgirîya wan bi dest bixe.
Piştre Zelenskyy wê di rûniştineke taybet de, ji tevahîya Senatoya Amerîkî re gotarekê pêşkêş bike.
Zelenskyy, ji dema êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna, ku di Sibata 2022’an de destpê kiribû, cara duyê ye ku serdana Washingtonê dike.
Piranîya endamên Kongresa Amerîka ji destpêka şer vur ve piştgirî dan pejirandina çar paketên alîkarîya ji Ukrayna re ku bi tevahî digiheje 113 mîlyar dolaran.
Lê, di demên dawî de hin qanûndanerên Komarî ser bi mîlyaran dolarên ku Washingtonê şandine Kîevê nîqaş dikin û jibo şandina pirtir alîkarîyan nerazîbûnên xwe dîyar dikin.