Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy di Roja Hêzên Çekdar de Serdana Leşkerên li Enîya Rojhilat Dike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê jibo pîrozkirina Roja Hêzên Çekdar ya Ukrayna serdana hêzên Ukraynî yên nêzî enîyên pêşîn yên li bajarê Slovianskê ya herêma Donbasê kir.

Zelenskky di vîdyoya taybet pîrozkirinê de, li kêleka tabloya mezin ya bi rengên şîn û zer yên Ukraynî jibo bîranîna leşkerên kuştî yên Ukraynî bangî deqeyeke bêdengî kir.

"Ez ji kûrahîya dilê xwe cejna mezin, Roja Hêzên Çekdar li we pîroz dikim. Ez bawer dikim ku siberojê de emê li Donetsk û Luhansk Ukrayna werin cem hev," Zelenskky di peyama xwe de got.

Sloviansk, ku di 2014an de jibo demeke kin ketibû destê cudaxwazên bi piştgirîya Rûsya, 45 kîlometre bakurê Bakhmutê ye ku ji ketina Khersonê vir ve bûye navenda şerê dijwar.

XS
SM
MD
LG