Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Alîkarîya YE Wê Îstiqrara Aborî ya Ukrayna Xurt Bike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê got ku paketa alîkarîyê ya Yekîtîya Ewrupa (YE) wê aramîya wan ya aborî xurt bike.

Zelenskyy ji X’ê got ku YE ser paketa alîkarîyê bi yekdengî li hev kiriye û ev yek jî careke din nîşan dide ku yekbûna YE xurt e.

‘’Piştgirîya aborî ya YE ya jibo Ukrayna wê bi awayekî demdirêj îstiqrara aborî û diravî xurt bike. Ev piştgirî ne kêmî toleyên leşkerî yên dijî Rûsya ye.’’

Wezareta Aborî ya Ukrayna ragihand ku ew li bendê ne ku YE para pêşî ya 4,5 mîlyar euroyî meha Adarê bide.

Ukrayna bi awayekî cidî girêdayî piştgirîya aborî ya hevbendên Rojavayî ye.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û Kîev ji wê demê vir ve 27,5 mîlyar dolar ji YE, 73,6 mîlyar dolar piştgirîya navnetewî sitandiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG