Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy, jiber êrîşkarîya rêberên Rûsî ya ser welatê wî, ew wek rêbir û terorîst bi nav kirin.
Zelenskyy, di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa Reutrsê de got ku Putin tawanbarek e ku dixwaze Ukrayna wêran bike û dest deyne ser axa wê.
“Rûsya dikare çekên kîmyayî bi kar bîne, av û elektrîka bajarên dorpêçkirî qut bike. Moskowê herwiha pêşîya alîkarîya mirovahî girt ku negiheje bi mîlyonan sivîlên ku li qada çer asê mane. Loma Rûsya dewleteke terorîst e.”
Zelenskyy got ku wî hewil da ku bi Putin re têkeve nava danûstandinê, lê wî ti bersîv ji Putin wernegirt.
“Ez hazir im ku rûbirû bi Putin re bicivim, lê tenê bi şerta ajendayeke zelal û encamên garantikîrî. Ez bi biryar im ku dawî li şer bînim û serwerîya Ukrayna li herêma Donbas jinûve misoger bikim.”
Zelenskyy ji hevbendên xwe yên Rojavayî re û taybetî jî Washingtonê re spas kir ku piştgirîya leşkerî û sîyasî didin wan, lê wî daxwaza çekên giran û danîna toleyên xurttir kir.
Serokê Ukraynî geşbînîya xwe dîyar kir ku divê Ukrayna bibe endama Yekîtîya Ewrupa.
“Ez hêvîdar im ku Ukrayna roja Pêncşemê bibe kandîda endamtîya Yekîtîya Ewrupa jiber ku siberoja me li Ewrupa ye. Ez çaverê me ku hemî 27 dewletên Yekîtîya Ewrupa piştgirîya endamtîya me bikin.”
Zelenskyy dîyar kir ku tevlêbûna Yekîtîya Ewrupa wê morale Ukrayna û aborîya wê xurt bike û mesajeke xurt bide Rûsya ku tev li karên hindurîn yên Ukraynayê nebe.