Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy jibo Hilcivîna Rêberên Ewrupî Serdana Îspanya Dike


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê serdana Îspanya dike.

Zelenskyy dîyar kir ku ew jibo Hilcivîna Koma Sîyasî ya Ewrupî derbazî Granada Îspanya ûbye.

Çaverê ye rêberên Ewrupî jibo Ukrayna piştgirîya demdirêj misoger bikin.

Serokê Amerîka Joe Biden ketiye fikaran ku nîqaşên navxweyî yên Komarîyan zararê bidin domdarîya piştgirîya jibo Ukrayna.

Zelenskyy ji X’ê, ku berê wek Twitter dihat zanîn, dîyar kir ku armanca wan ya serekî parastina îstiqrar û ewlekarîya Ewrupa ye.

Wî dîyar kir ku ew jibo mîmarîya ewlekarîyê bi hevbendên xwe re dixebitin û hin pêşnîyarên wan jî hene.

Serokomarê Ukrayna got ku niha bala wan li ser ewlekarîya xwarinê, azadîya rêwîtîyê ye û ew dixwazin jibo Deryaya Reş jî hin xebatan bimeşînin.

Rûsya meha Tîrmehê ji peymana dexlûdan ya Deryaya Reş vekişîbû.

Ukrayna piştî Rûsya ji peymanê vekişî, jibo gemîyên kargoyê korîdora mirovahî ya demkî vekir û di wir re jimareke gemîyên Ukrayna derbaz bûn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG