Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy di Merasîma Xelatên Grammy de Piştgirî Xwest


Serokê Ukrayna, Volodymyr Zelenskyy, , li Las Vegas merasîma Xelatên Grammy ya 64'an ya salane de diaxife, 3 Nîsan, 2022
Serokê Ukrayna, Volodymyr Zelenskyy, , li Las Vegas merasîma Xelatên Grammy ya 64'an ya salane de diaxife, 3 Nîsan, 2022

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy duh şeva Yekşemê, di merasîma Xelatên Grammy ya li Las Vegas de, gotareke vîdyoyî ya ku berê hatibû tomar kirin, pêşkeş kir û hemberî dagirkirina Ukrayna ya ji hêla Rûsya ve, piştgirî xwest.

Zelenskyy êrîşa Rûsya mîna bêdengîyek kujer ya ku gefa vemirandina xewn û jiyana gelê Ukrayna, bi nav kir.

“Muzîkjenên me li şûna kincên pîrozbahîyê zirxên laşî li xwe dikin. Di nexweşxaneyan de ji birîndaran re stranan dibêjin, ji yên ku guh nadin wan jî re. Lê ,muzîk wê bi her awayî bi serkeve," Zelenskyy got.

Zelenskyy herwiha bang li beşdervanan kir û wiha got:

“Bêdengîyê bi muzîka xwe tije bikin; îro jibo belavkirina çîroka me, bi muzîka xwe tije bikin. Di torên xwe yên civakî de, di televîzyonan de rastîya şer bibêjin, bi çi awayî ji destê we tê piştgirîyê bidin me, lê bêdeng nemînin. Wê demê aştî wê li hemû bajarên me pêk were.”

Damezrenerên Xelatên Grammy, berîya merasîmê kampanyayek medyaya civakî ya bi navê "Stand Up For Ukraine - Ji bo UkraynaRabin Ser Pê" bi armanca berhevkirina drav û piştgiriya mirovahî ya Ukrayna, raghihandibûn.

Li dû peyama Zelenskyy, John Legend strana xwe ya "Azadî" bi muzîkjenên Ukraynî Siuzanna Iglidan û Mika Newton û helbestvan Lyuba Yakimchuk re pêşkêş kir û li pişt wan dîmenên şer hatin nîşandan.

XS
SM
MD
LG