Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy û Blinken li Qesira Kîevê Kom Bûn


Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li qesira serokomarî ya li Kîevê kom bûn.

Zelenskyy jibo piştgirîya Washingtonê ya seba Ukrayna spasîya Blinken kir.

‘’Em ne bi tenê ne û ev me şad dike. Emê vê zivistanê bi hevbendên xwe re pêşve herin’’

Wî got ku piştgirîya aborî ya hevbendan jibo wan pir girîng e.

Blinken ser gotinên Zelenskyy dîyar kir ku ew bi biryar in ku bi Ukrayna re bimeşin.

Wî got ku Serok Joe Biden ji wî xwestiye ku ew piştgirîya demdirêj ya jibo Ukrayna piştrast bike.

Wezîrê Amerîkî dîyar kir ku ewê alîkarîya Ukrayna bikin ku ew li hember êrîşên siberojê bi awayekî xurt xwe biparêze.

Blinken îro Çarşemê serdana Kievê kir ku ew serdan berê nehatibû ragihandin.

Ji alîyê din ve, karbidestên Ukraynî radigihînin Rûsya li rojhilata welêt êrîş biriye ser market û dermanxaneyan.

Zelenskyy dîyar kir ku di êrîşê de, ku li Kostyantynivka ya Donestkê li dar ketiye, bi kêmî ve 16 kes hatine kuştin.

Wî got ku Rûsya êrîş biriye ser sîvîlên bêguneh û dîyar kir ku dibe ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG