Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku ti tilîya Kîevê di kuştina Rêberê Koma Wagnerê Yevgeny Prigozhin de tune.
Zelenskyy ji rojnamevan re got ku herkes dizane ku di kuştina Prigozhin de tilîya kê heye.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pêncşemê ji zarê du karbidestên Amerîkî re dîyar kir ku tê bawer kirin ku muşekeke ji Rûsya hatiye firandin firoka Prigozhin têde xistiye.
Reutersê bê ku navên karbidestan eşkere bike da zanîn ku ew agahîyên pêşî ne û vekolîna ser ketina firokê didomin.
Sazîya firînên Rûsya, Rosaviatsia do Çarşemê dîyar kiribû li rojavayê welêt firokek ketiye û dabû zanîn ku Prigojin jî têde ye.
Karbidestên Rosaviatsia dîyar dikin bi ketina firokê, 3 ji wan pîlot, 10 kesan canên xwe ji dest dane û di nav wan de fermanderekî Koma Wagnerê jî heye.
Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşêmê jibo malbata Prigojin sersaxî xwest.
Putin dîyar kir ku wî Prigojin ji 1990’î vir ve nas dikiriye û got ku ew karsazekî jêhatî bû.
Rûsya dîyar dike ku wê ser ketina firokê dest bi lêpirsînê kiriye.
Jêder: VOA, Reuters, AFP