Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ew Vegerîye Kîevê û bo Serketinê Dixebite


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew vegerîye Kîevê.

Zelenskyy, ku bi awayekî surprîz serdana Washingtonê kiribû, dîyar kir ku ew li paytextê li ser karê xwe ye.

‘’Ez li ofîsê me, em bo serketinê dixebitin.’’ Zelenskyy ji Telegramê got.

Şerê Rûsya û Ukrayna di dawîya Sibatê re destpê kir û Zelenskyy bi serdana Washingtonê cara pêşî ji welêt derket.

Serokomarê Ukraynî li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden û endamên Kongresê re danûstandin kir.

Bi serdana Zelenskyy re eşkere bû ku Washington dê sîtema muşekên Patriot bide Kievê.

Moskow ser alîkarîya Washingtonê bertekan nîşan dide û dîyar dike ku ev rewş girjîyê gur dike.

XS
SM
MD
LG