Ukrayna îro Yekşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi 151 dronan êrîş birine ser axa wê û hêzên wê ji wan dronan pirtir ji 70 xistine.
Hêzên Esmanî yên Ukrayna da zanîn ku 74 dron jiber xetên elektronîk negihiştine armancên xwe û 2 dron jî hîn li esmên in.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku Rûsya vê hefteyê 1260 bombe, bi qasî 750 dronan û pirtir ji 10 muşekan firandine welêt.
Zelenskyy dîyar kir ku kanînên leşkerî yên Rûsya jiber pûçbûna toleyan, bihaya zêde ya petrolê û nebûna muşekên wan yên dûravêj didomin.
Wî got ku ew jibo hevbendên toleyên dijî Rûsya xirt dikin spasdar in, lê dîyar kir ku jibo kêmkirina kapasîteya petrolê ya Rûsya zêdetir hevkarî hewce ye.
Serokê Ukraynî got ku ewê çêkirina muşek û dronan zêde bikin û bang li hevbendan kir ku piştgirî bidin kargehên karên berevanî yên Ukrayna.
Jêder: Reuters