Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Serdana Tirkiyê Dike Û Dibêje Ewê Sibê Serdana Erebistana Saudî Neke


Ukrainian President Volodymyr Zelenskiy visits Turkey
Ukrainian President Volodymyr Zelenskiy visits Turkey

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy roja Sêşemê ragihand ku wî serdana xwe ya li Erebista Saudî, ku çaverê bû sibê Çarşemê çêbe, paş xistiye.

Zelenskyy dîyar kir ku danûstandinên ser rawestandina şerê bi Rûsya re bê Ukrayna nabin.

Karbidestên payabilind yên Amerîka û Rûsya roja Sûşemê li Rîyad ya Erebistana Saudî kom bûn û Ukrayna beşdarî wan civînan nehat kirin.

Zelenskyy gotibû ku Kîev jibo civînê nehatiye vexwendin, lê dîyar kiribû ku ewê roja Çarşemê here Erebistana Saudî.

Wî Sêşemê di serdana Tirkîyê de got ku ew naxwazin ku bê amadebûna wan biryarên têkildarî wan werin stendin.

Zelenskyy dîyar kir ku ew naxwaze ‘’tesaduf’’ çêbin û got ku wî serdana ji bo Erebistana Saudî heta 10’ê Adarê paş xistiye.

Şerê Rûsya û Ukrayna hefteya pêş dikeve sala xwe ya 3’yan û Zelenskyy ser wî şerî got ku ne Ukrayna ne jî Rûsya dikare li qada şer bi ser keve.

Yekîneyên Rûsî li herêma Donetsk ya li rojhilat hêdî, lê bi îstiqrar pêşve diçin û li enîyên şer, ku dirêjahîyan wan zêdetir ji 1000 kîlometre ye, pevçûnên giran çêdibin.

Ukrayna Tebaxa 2024’an bi awayekî suprîz operasyoneke dersînor kir û kontrola beşeke biçûk ya herêma Kursk ya Rûsya xist bin kontrola xwe.

Zelenskyy dîyar kir jibo aştîyek adil divê Amerîka, Ukrayna û Ewrupa beşdarîyê li danûstandinên ser garantîyên ewlekarîyê bikin.

Rêberê Ukraynî dema bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re diaxifî jî wisa got.

Erdogan di preskonferansa hevbeş de dîyar kir li jibo Enqerê ti xumamî ser yekîtî û serwerîya axa Ukrayna tuneye.

Wî bi berdewamî got ku Tirkîye dikare cîhê danûstandinên aştîyê yên Ukrayna û Rûsya.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG