Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Duşemê ragihand ku hêzên Ukraynî êrîş birine ser pirtir ji 30 navendên Rûsî yên çêkirin û depokirina petrolê.
Artêşa Ukrayna îsal bi zêdekirina êrîşên ser binesazîya petrola Rûsî hewil dide ku petrola jibo artêşa Rûsî û dahatên wê yên jibo şer kêm bike.
Zelenskyy ji karbidestên ‘’A’’ yên Navenda Operasyonên Taybet ya Servîsa Ewlekarîya Dewletê (SBU) re got ku ‘’dijî pirtir ji 30 rafînerî, navend û depoyên petrolê yên dewleta terorîst’’ êrîş li dar ketin.
Wî ser dema êrîşê ti hûrgilî neda û beşeke axaftina wî li ser X’ê hat weşandin.
Ukrayna jibo êrîşan wan dronan bi kar tîne ku ji alîyê SBU û îstixbarata leşkerî ve têne pêşve birin.
Zelenskyy êrîşeke 9’ê Gulanê ya li herêma Bashkiria bi bîr xist û dîyar kir ku jibo dronên SBU mesafeyên 15000 kîlometreyî jî êdî ne problem in.
Hêzên Ukraynî herî dawî 21’ê Hezîranê êrîş biribûn ser 4 rafînerîyan ku di nav wan de rafînerîya Ilsky jî heye ku li başûrê Rûsya yek ji çêkerên serekî yên şewitê ye.
Jêder: Reuters