Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pênşcemê, rojek berî salvegera şerê Rûsya û Ukrayna soza serketinê da.
Zelenskyy ji medyaya civakî dîyar kir ku hêzên Rûsya li Ukrayna dagirker in û ewê dijî wan dagirkeran bi ser kevin.
‘’Em têk neçûn, me gelek qonax derbaz kirin û emê bi ser kevin.’’
Zelenskyy got ku ewê ji wan hemî kesên ku ev xerabî anîne serê Ukraynîyan hesab bipirsin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibata 2022’yan de destpê kir.
Karbidestên Rûsya dibêjin ku hêzên Rûsî bo axên xwe yên dîrokî li Ukrayna şer dikin.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî dîyar dikin Rûsya li Ukrayna dagirker e û li hember Moskowê piştgirî didin Kîevê.
Jêder: AFP