Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy li Vilniusê got ku welatê wî hêjayî endambûn NATO ye.
Zelenskyy dîyar kir ku divê dewletên NATO rê bidin ku Ukrayna bibe endama nû ya hevpeymanîyê.
‘’Bi NATO re wê Ukrayna bibe welatekî ewletir û wê hevpeymanî jî bibe hêzeke hîn xurttir.’’
Wî berî axaftina xwe yê li Vilniusê dîyar kiribû ku ew jibo endamtîyê geşbîn e.
Amerîka û hevbendên wê yên Rojavayî dibêjin ku Hilcivîna Vilniusê dikare rê li ber endamtîya Ukrayna veke, lê ew nikare di vê hilcivînê de bibe endam.
Di hevpeymanîya NATO de 31 dewlet hene û jibo endameke nû were pejirandina divê hemî endam wê bi yekdengî bipejirînin.