Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê serdana Washingtonê dike.
Çaverê ye ku Zelenskyybi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive û li Kongresê biaxife.
Zelenskyy ji Twitterê dîyar kir ku ew bi serdanê armanc dike ku berxwedan û berevanîya Ukraynayê xurt bike.
Şîretvanê sîyasî yê serokomarîya Ukraynayê Mykhailo Podolyak ji ajansa nûçeyan ya Reuetersê re dîyar kir ku Zelenskyy bi Washingtonê bawer dike.
Podolyak got ku serdana Zelenskyy bawerîya bilind ya di navbera Washington û Kîevê de nîşan dide û ew vê derfetek dibîne ku hewcedarîya çekan careke din bîne ziman.
Çaverê ye ku Serok Biden di dema serdanê de piştgirîya 2 mîlyar dolarî ya bo Ukrayna ragihîne.
Amerîka û welatên Rojavayî di şerê Rûsya û Ukraynayê de li kelîka Kîevê disekinin, lê Rûsya îdia dike ku Amerîka û welatên Rojavayî girjîyê gur dikin.
Zelenskyy Îro Serdana Washingtonê Dike
