Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy, Serokê Çînê Xi Vedixwîne Ukrayna 


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ji hevtayê xwe yê Çînî Xi Jinping re vexwendname ku şand ku ew serdana wî bike.

Zelenskyy di hevpeyvînekê de dîyar kir ku ew hazir in ku wî li Ukrayna bibînin.

Xi ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve bi Zelenskyy re neaxifîye, lê Çînê meha borî bo çareserîya sîyasîya ya krîza Ukrayna planeke 12 xalî weşand.

Serokê Çînê Xi hefteya borî di serdana Rûsya de bi serokê wî welatî Vladimir Putin re ser şerê li Ukrayna axifî.

Piştî danûstandina her du serokan ser qedandina şerê li Ukrayna ti nîşan nehat dayîn.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG