Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Bang li Almanya Dike ku Dijî Rûsya Toleyên Tundtir Ragihîne


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê bi rêka vîdeokonferansê bo parlamana Almanya axifî.

Parlamanterên Alman di serê axaftina Zelenskyy de bo wî li ser nigan çepik lêxistin.

Zelenskyy di axaftina xwe de mijarên bo parlamana Brîtanya û kongresa Amerîkî axifîbû dubare kir û bang li rêberan kir ku dijî dagirkerîya Rûysa pirtir bertekan nîşan bidin.

Wî Dîwarê Berlînê yê hilweşîyayî bi bîr xist, ji Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz xwest li Ewrupa dîwarê di navbera şer û aştîyê de hilweşîne û cenga li Ukrayna rawestîne.

Zelenskyy dîyar kir ku toleyên dijî parlamanteran bi derengî tên û got jiber ku welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) berî dagirkirinê tiştek nekirine ew wan rexne dike.

Serokomarê Ukrayna, Almanya ser peywendîyên bazirganî yên bi Rûsya re jî rexne kir.

Zelenskyy ji parlamanteran got ‘’aştî ji dahatan girîngtir e’’ û bang li wan kir ku dijî Moskowê toleyên tundtir ragihînin.

XS
SM
MD
LG