Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Rûsya Sê ji Yeka Pişesazîya Enerjîya Ukrayna Wêran Kiriye

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Sêşemê bi onlaynî beşdarî konferansa ser jinûveavakirina Ukraynaya li Berlînê bû û gotareke pêşkeş kir.

Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku di mûşekên Rûsî û yên bi dronên Îranê zêdetir ji sê yeka pişesazîya enerjîyê ya welatê wî wêran kirine.

"Rûsya her tiştî wêran dike, da ku em zivistanê zehmettir derbaz bikin," Zelenskyy got.

Wî herwiha ragihand ku Ukrayna hîn di çarçoveya plana alikarîyê ya bo başkirina bilez yek quriş wernegirtiye ku bi tevahî 17 mîlyar dolar e.

Zelenskyy bang li civaka navneteweyî kir ku kêmasîya bûdceya sala pêş ya Ukrayna peyda bikin, ku wek 38 milyar dolarî tê hesibandin.

XS
SM
MD
LG