Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Hişyarî Dide Hêzên Rûsî Dikarin Hovîtîyên Nû Bikin


Dîmeneke ji dema dîtina termên sivîlan li bajaroka Bucha ya Ukrayna, 2 Nîsan,2022
Dîmeneke ji dema dîtina termên sivîlan li bajaroka Bucha ya Ukrayna, 2 Nîsan,2022

Li serenserê cîhanê îro Duşemê ser kuştinên sivîl yên li bakurê Ukrayna şermazarkirin û rexneyên dijî Rûsya mezin dibin piştî ku herî kêm termên 410 sivîlan li bajaroka Bucha û heremên derveyî Kîev ya paytexta Ukrayna hatine dîtin.

Gelek ji wan dermên bi destên girêdayî, bi birînên çekên ji nêz ve ve û nîşanên êşkenceyê li ser wan hebûn.

Cîgirê bajarvanê Bucha, Taras Shapravskyi, got ku termên 50 kesên ku hêla hêzên Rûsî ve hatine kuştin, piştî vekişîna wan ya di dawîya hefteya borî de, hatine dîtin.

Bucha bajarokekî 40 km li bakurê rojavaya Kîevê dikeve.

Iryna Venediktova, dozgera giştî yê Ukrayna jî îro ragihand ku termên 410 sivîlan li heremên Kîevê di rojên Înî, Şemî û Yekşemê hatine dîtin.

Cîgira serokwezîra Ukrayna Iryna Vereshchuk jî da zanîn ku muxtarê gundê Motyzhyn yê herêma Kîevê, dema ku di bin destê hêzên Rûsî debû, hatiye kuştin.

Vereshchuk got ku li seranserê Ukrayna heya niha 11 şaredar û rêberên civatî ji hêla hêzên Rûsî ve dîl hatine girtin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy şeva Yekşemê bi peyameke vîdyoyî kuştinên sivîlan ya bi mebest şermezar.

Zelenskyy hişyarî da ku ger hêzên Rûsî ji heremên din yên dagîrkirî venekişin, dibe ku bêtir hovîtî derkevin holê.

Wî anî ziman ku Ukrayna vê di derbarê tawanên hovane yên dijî sivîlan ji alîyê hêzên Rûsî ve hatine kirin, bi beşdarîya dozger û dadwerên navneteweyî lêpirsîneke bike.

“Cîhanê gelek tawanên şer dîtine, dem hatiye ku em tawanên şer yên ku ji alîyê hêzên Rûsî ve hatine kirin bibînin. Dem hatiye ku em van kiryarana bikin xirabîya herî dawî ya ser rûyê erdê, ” Zelenskyy got.

Wezareta berevanîyê ya Rûsyayê îdiayên kuştina hovane yên sivîlan li Bucha û taxên din yên Kîevê red dike.

Rêberên navneteweyî ragihandinên kuştinên sivîlên li herêmên Kîevê şermezar dikin û bo pirtir toleyên dijî Rûsya bang dikin.

XS
SM
MD
LG