Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Rewşa Şerê li Luhansk Dijwar E


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Ajansa Reutersê ragihand ku di navbera hêzên Ukraynî û Rûsî li Luhansk ya li rojhilata Ukrayna şer û pevçûnên dijwar didomin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di peyama xwe ya rojane ya şeva Sêşemê de qebûl kir ku rewşa şerê li rojhilata Ukrayna li gor berjewendîya Rûsan de ye.

"Li herema Luhansk cîhê herî dijwar e lê, artêşa Ukrayna bi saya şewazên taktîkî berevanîya xwe xurt dike. Dagirker ber bi Donetsk jî zextên xwe tund dikin," Zelenskyy got.

Walîyê herêma Luhanskê Serhiy Gaidai jî îro ragihand ku hêzên Rûsî di şerê Severodonetsk de hemû hêza xwe bikar tînin û wî rewşa li bajarê rojhilata Ukrayna wek cehneme bi nav kir.

" Ev çar meh in ku tevahîya enîyên me di bin gulebarana her cureyê çekên artêşa Rûsî de ne. Xortên me ênîyên xwe ne û heta ku pêwîst be wê berevanîyê bidomînin," Gaidai got.

Wî herwiha dîyar kir ku hêzên Rûsî bo dorpêçkirina bajarokê Lysychanskê ya nêzhewl didin, ya ku bi çemê Donetskê ji Severodonetsk veqetandî ye.

Lê, Gaidai got ku bajarokê Lysychanskê hîn jî di bin kontrola hêzên Ukraynî de ye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG