Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îo Pêncşemê got ku ger Rûsya di şerê de serketî be, jibo hemî kesên li Ewrupa demên tarî dê werin.
“Ger em di vî şerî de serketî bin, hemî Ewrupî wê bikaribin bi berdewamî tama azadîya xwe derxînin,“ Zelenskyy bi rêya vîdyo ji parlemana Luksemburgî re peyîvî.
Wî hişyarî da Ewrupîyan ku encamên serketineke Rûsî wê encamên neyênî bînin.
“Ku ew teka kes dixwaze hemî azadîyên li Ukrayna û Ewrupa tune bikem hingê jibo hemî kesên li tevahîya vê parzemînê wê rojên reş werin,” ku mebesta wî Serokê Rûsî Vladimir Putin bû.
Wî bi berdewamî got ku Rûsya niha nêzî % 20 axa Ukraynî kontrol dike ku ew jî ji axa her sê Belçîka, Hollanda û Luksemburg firehtir e.
“Di 99 rojên pêşîn yên şer de bi deh hezaran kes hatine kuştin. Wateya wê ev e ku şerekî tund û dijwar didome.”
Zelenskyy got ku jiber rewşa dijwar ya heyî, ew bang li cîhanê dikin ku piştgirîya wan bike.