Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskiyy Dixwaze bi Putin re Biaxife


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dixwaze bi awayekî rastexwe bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re biaxife.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba ragihand.

Karbidestên Ukraynî dibêjin ku li Moskowê yê ku şer dixwaze Putin e.

Kuleba dîyar kir ku Zelenskyy ew demeke dirêj e dixwaze bi Putin re biaxife.

‘’Em dixwazin serokomarê me û Putin hevdîtineke rastexwe çêkin. Çinku em bi taybetî niha fehm dikin ku biryarên dawî ew dide’’ Kuleba got.

Wî dîyar kir ku Zelenskyy, ‘’hevdîtina rastexwe ya bi Putin re’’ jî di nav de ji ti tiştî natirse.

Kuleba got ‘’ger Putin jî natirse’’ bila were civîna bi Zelenskyy re û ew hevdu re biaxifin.

XS
SM
MD
LG