Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Rûsya li Ukrayna Bombeyên Fosforê bi Kar Tîne


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Çarşemê got ku Rûsya li welêt bombeyên fosforê bi kar tîne.

Zelenskyy ew agahî di axaftina bo parlamana Estonya de da.

Wî dîyar kir ku Rûsya dijî sîvîlan serî li taktîktên terorê dide.

Zelenskyy ser karanîna bombeyên fosforê ti delîl nîşan neda.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê da zanîn ku ew nikarin bi awayekî serbixwe agahîya Zelenskyy daye piştrast bikin.

Serokomarê Ukrayna dîyar kir ku tekane rêya rawestandina Rûsya niha tole ne û bang li dewletên cîhanê kir ku dijî Moskowê pirtir toleyan ragihînin.

XS
SM
MD
LG