Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Soz Dide ku Ewê Bersîv Êrîşên Rûsan Bidin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Leşkerîya Ukrayna îro Duşemê ragihand ku hêzên Rûsî êrîş birine ser binesazîya leşkerî û sivîl li nêzî Bakhmut, Shumy, Yakovlivka, Zaytsevo û Kodema yên li herêma Donetsk ya rojhilata Ukrayna.

Walîyê herema Donetsk Pavlo Kyrylenko got ku di êrîşên Rûsî yên roja Yekşemê de 8 sivîl li heremê hatine kuştin.

Rûsya red dike ku ew di êrîşên li Ukrayna de sivîlan dike armanc.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy di gotara xwe vîdyoyî de soz da ku ewê tola Ukraynîyan hildin.

"Dagirker wê encamên xwe hêst bikin - bi çalakîyên din yên parêzvanên me de".

Zelenskyy bi berdewamî anî ziman ku wê ti terorîst jiber êrîşên ser bajarên Ukrayna bê bersîv nemînin – wek Zaporizhzhia, Orikhiv, Kharkiv, Donbas - ewê bersîva hemûyan bistînin.

Rûsya red dike ku ew di êrîşên li Ukrayna de sivîlan dike armanc.
Lê, Ukrayna û welatên Rojavayî tevgera Rûsya wek dagirkirinê dibînin.

XS
SM
MD
LG