Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Rûsya Wê Dijmintîya Xwe Zêdetir Bike


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku Rûsya wê kiryarên xwe yên dijmintîyê pirtir bike.

Zelenskyy welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) jî hişyar kir, dema ku li bende ye rêberên YE di vê hefteyê de bo berendamtîya Ukrayna piştgirîya xwe dîyar bikin.

"Û ne tenê dijî Ukrayna, dijî welatên din yên Ewrupî jî. Em amadekarîyê dikin. Em amade ne. Em hevalbendên xwe hişyar dikin," Zelenskyy got.

Serokê Ukraynî herwiha da zanîn ku li Donbasê, li herêma rojhilata Ukrayna, ku di mehên dawîn da bûye navenda êrîşên Rûsya, şer û pevçûnên dijwar didomin.

Zelenskyy eşkere kir ku wî serdana hêzên Ukraynî yên li başûrê herêma Mykolaivê kiriye ku 550 kîlometre li başûrê Kîevê ye.

" Ew ji xwe bawer in: ew hemî ji serketina me guman nakin. Emê başûr nedin ti kesî, emê her tiştê xwe ji Rûsan paşve bistînin. Hêzên Rûsî hin herêmên Mykolaiv û Odesa wêran kirine. Hindahîyên girîng hene. Gelek mal hilweşîne; lojîstîka bo sivîlan hatiye asteng kirin,” Zelenskyy got.

Komîsyona Ewrupa hefteya borî pêşnîyar kiribû ku Ukrayna statuya berendamtîyê wergire. 27 welatên endam YE wê di hilcivîna Pêncşem û Înê vê mijarê gotûbêj bikin û dengên xwe bidin.

Ger Ukrayna statuya berendamtîya YE bi dest bixe, pêyvajoya tevlêbûna YE dikare çend salên din bidome.

XS
SM
MD
LG