Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Soza Serketina Dijî Rûsya Dide


Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Înê Roja Berevankarên Ukrayna pîroz kir.

Zelenskyy spasîya spasîya hêzên çekdar yên Ukrayna kir û ser şerê dijî Rûsya soza serketinê da.

"Emê hemî axên Ukrayna ku ji destê me derketine paşve bistînin û emê hemî leşkerên Ukraynî yên dîlgirtî azad bikin."

Rûsya di dawîya Sibatê re dest bi dagikirina Ukrayna kir.

Ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve bi hezaran kes hatin kuştin, bi mîlyonan kes koçber bûn, bajar hilweşîyan û aborîya cîhanî jî zarar dît.

Hêzên Ukraynî di demên dawî de bi ser diketin, lê Rûsya vê hefteyê bi muşekan êrîş bir ser bajaran û zarar da binesazîyan.

XS
SM
MD
LG