Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Ev Rojeke Reş E


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy dîyar kir ku, piştî ku Rûsya bingeheke leşkerî li rojavayê wî welatî topbaran kir, ev rojeke reş e.

Zelenskyy di axaftina xwe ya şeva Yekşemê de got ku Rûsya 30 roket avêtin bingeha leşkerî ya Yavoriv.

Wî ragihahnd ku di êrîşê de 35 kes hatine kuştin û 134 kesên din jî birîndar bûne.

Bingeh kêmtir ji 25 kîlometreyan ji sînorê Polonya dûr e.
Zelenskyy da zanîn ku wî berê di derbarê xeterîya êrîşê ser bingehê "hişyarîyek zelal" dabû rêberên Rojavayî.

Wî dîsa ji serokên NATO'yê xwest ku li ser Ukrayna herêmeke bêfirin ava bikin.

Zelenskyy hevdem hişyarî da ku "ew tenê meseleyeke dem e ye", berîya ku mûşekên Rûsî li ser axa NATO'yê bikevin.

Pisporên leşkerî dibêjin ku Amerika, Brîtanya û hevalbendên wan yên Ewrupî ne mimkûn e ku Ser Ukrayna herêmek bêfirîn ava bikin; jiber kuew dikare şerê li Ukrayna berbi rûbirûbûna navokî ya di navbera NATO û Rûsyayê de zêde bike.

XS
SM
MD
LG