Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy Dibêje Krîza Xwarinê Mezin Dibe


REP-GEN UCRANIA-GUERRA-ZELENSKYY
REP-GEN UCRANIA-GUERRA-ZELENSKYY

Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro Pêncşemê hişyarî da ku krîza xwarinê mezintir dibe.

Zelenskyy got jiber ku Rûsya bendergehên Ukrayna dorpêç kirine dibe ku bi mîlyonan mirov ji birçîna re bimirin.

Rûsya kontrola piranîya beravên Ukrayna bi dest xwe xistine û ji destpêka şer vir ve buhayê berên çandinîyê zêde dibin.

Serokomarê Ukrayna Zelenskyy dîyar kir ku jiber Rûsya ew êdî nikarin berên wek genim û garis bifiroşin welatên derve.

''Rûsya dorpêçkirina li Derya Reş bidomîne dibe ku bi mîlyonan kes ji birçîna re bitirin,'' Zelenskyy got.

Rûsya jî dibêje berpirsa rewişa çêdibe Ukrayna ye û dide zanîn ku wê li Derya Reş mayîn bi cîh kirine.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Rûsya ser operasyonên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan tevgeran wek dagirkirin dibînin.

XS
SM
MD
LG