Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskyy: Divê NY Ewlehîya Kargeha Zaporizhzhia Biparêze


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Pêncşemê li bajarê Lviv yê rojavayê Ukrayna bi serokê welêt Volodymyr Zelenskyy re civya.

Zelenskyy piştî civîna bi Guterres re ragihand ku wî bi taybet bal kişandîye ser gefên navokî yên Rûsya yên li santrala Zaporizhzhia.

"Ev terora bi qestî ya êrîşkar dikare jibo tevahîya cîhanê bibe sedema encamên felaketên cîhanî."

Wî herwiha dîyar kir dive NY e ewlehîya santrala navokî ya Zaporizhzhia ava bike, jiber ku santral ji hêla hêzên Rûsî ve hatî dagirkirin û ew xeterîyeke cîhanî çê dikin.

" Jiber vê yekê divê NY ewlehîya vê santrala bi armanca stratejîk, bêçekkirina wê û azadkirina tam ya ji êzên Rûsî peyda bike", Zelensky got.

Berpirsê NY Antonio Guterresdi wê bi serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtineke bike.

XS
SM
MD
LG