Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenzkiyy: Em Hember Êrîşên Nû yên Rûsan li Donbasê Hazirî Dikin


Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy îro Pêncşemê ragihand ku hêzên Ukraynayî bo êrîşên nû yên Rûsya li herêma başûr-rojhilatê welêt amadekarîyan dikin, piştî ku êrîşa hêzên Rûsî êrîşa ser ser paytext Kîev hat sekinandin.

" Ukrayna bo êrîşên nû ser Donbasê kombûna hêzên Rûsî dibîne em ji bo wê amade dikin," Zelenskiyy got.

Moskow dibêje ku ew aniha bala xwe dide ser "rizgarkirina" herêma Donbasê - du eyaletên başûr-rojhilat ku beşek ji alîyê cudaxwazan ve têne kontrol kirin ku Rûsya ji 2014'an vir ve piştgirîyê dike.

Di gotareke vîdyoyî ya serê sibê de, Zelenskiy got ku tevgerên leşkerên Rûsî ji Kîev û bajarê Chernihiv ne vekişînek e, lê "encama xebata parêzvanên me ye".

Wî anî ziman ku berevanîya welatê wî ya hemberî êrîşkarîya Rûsî di "xaleke girîng ya zivirînê" de ye û wî dîsa bo zêdetir alîkarîyê bang li Amerîka kir.

Zelenskyy rasterast bang li serokê Amerîka Joe Biden kir û wiha got:

“Heke bi rastî em bi hev re bo azadî û berevanîya demokrasîyê têdikoşin, wê demê mafê me heye ku di vê qonaxa zivirîna dijwar de daxwaza alîkarîyê bikin. Tank, balafir, sîstemên topan. Divê azadî ji zulmê xirabtir neyê çekdarkirin," Zelenskyy got.

Wî herwiha bo alîkarîya 500 milyon dolarên din ku doh Çarşemê hate ragihandin, spasîya Amerîka kir.

XS
SM
MD
LG