Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Tirk Zeybekcî: Krîza bi Almanya Kindemî Ye


Wezîrê Aborî yê Tirkîyê Nîhat Zeybekcî îro hewil da ku alozî û reqbûna navbera Titkîyê û Almanya nerm bike, piştî ku Berlînê ragihandibû ku ew pêdaçûnê li ser serlêdana hemî projektên çekan ji Tirkîyê dike.

"Divê herkes alî ji daxuyanîyên tûj, ku dikarin zararê bidin berjewendîyên dualî, dûr bisekine. Divê Almanya daxuyanîyên xwe yên ne rekûpêk ji pêş çava derbaz bike Zeybekcî, “got.

Wî ji Reuters’ê re got ku bi bawerîya wî krîza navbera Tirkîyê û Almanya kindemî ye.

Lê, demeke kin piştî daxuyanîyên Zeybekcî, Almanya dubar ekir ku ewê pêdaçûnê li ser serlêdana projektên çekan ya Tirkîyê bike.

"Em niha hemî serlêdanan kontrol dikin," berdevkeke wezareta aborî ya Almanî ji Reuters’ê re ragihand.

XS
SM
MD
LG