Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Gotûbêjên Derabarê Zimanê Kurdî Zêde Dibin


Zimanê Kurdî
Zimanê Kurdî

Di Parlementoya Tirkiyê de, gava Kurdek di meclîsê de bi zimanê kurdî diaxive, zimanê Kurdî di girteyan de wek bi tîpa (X), ango nedîyar dihate nivîsandin.

Serokê Giştî yê Partîya Memleket, di axiftinên xwe de dijî cihêkarîyê derkeve jî, lê di axiftina xwe de li ser Kurdî cîhêkarîyek anî ziman û got, "Zimanê Kurdî bo perwerdeyê negoncaye."

Jiber biçûkxistina zimanê Kurdî ji alîyê rewşenbîrên Tirk û Kurdan ve bertek têne dayîn. Ew perwerdeya zimanê Kurdî wek mafekî mirovî binav dikin.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, ev dijayetîya beranberî zimanê Kurdî bi tundî rexne kir. Sancar got, "Heta ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeh û bi zimanê zikmakî perwerdeh bê çêkirin emê jî têbikoşin."

Nivîskar û rojnamevana Tirk Sîbel Hurtaş
Nivîskar û rojnamevana Tirk Sîbel Hurtaş

Nivîskar û rojnamevana Tirk Sîbel Hurtaş, radigîhîne ku hemû sîyasetvanêى Tirk ji Kurdan deng dixwazin lê ji bo mafên Kurdan ji bê deng dimînin:

"Li Tirkiyê demeke dirêje ku Kurd daxwaza perwerdeha zimanê xwe dikin. Ev yek, mafekî mirovîye. Pêwîst nîne ku li ser vî gotûbêj jî bêkirin. Eva 20 sale ku AKP’ê qaşo dixwaze vî çareser bike, lê heta niha jî encamek nîne. Partîyên nû wek Partîya Dahatû û Partîya DEVA ev yek wek mafekî pedegojîk û mirovî dit, lê Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce, ji van paştatir sîyasetek meşand û bi vî jî dilê Kurdan şikand."

Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî Suphî Ozgen
Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî Suphî Ozgen

Serokê Komeleya Hereketa Zimanê Kurdî Suphî Ozgen, di vî warî de kiryarê meclîsê û daxûyanîya Muharrem Înce wek êrîşeke ser zimanê Kurdî şanî da. Ozgen bangî Kurdan kir û wiha got:

"Li Tirkiyê him êrîş li Kurdan him jî li ser zimanê Kurdî heye. Li vê derê ya girîng ewe ku Kurd xwedî bi zimanê xwe derkevin û di her qadê de bi zimanê xwe qise bikin. Bi ya min beranberî van înkarkirina bertêka herî girîng xwedî bi ziman derketine."

Raporta Enqerê 09 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00

XS
SM
MD
LG