Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerefxan Cizirî: Zimanê Kurdî li Tirkiyê Di Asta Xeterê Da Ye


Li gorî rêxistinên zimanê Kurdî li Tirkiyê, Kurd têra xwe xwedî li zimanê Kurdî dernakevin û ji bo vê jî yektîya wan çênabe.

Serokê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî û Koordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan rewşa zimanê Kurdî ji bo Dengê Amerîkayê nîrxandin.

Zimanzan û Nivîskar Şerefxanê Cizîrî
Zimanzan û Nivîskar Şerefxanê Cizîrî


Li gorî Cizirî zimanê Kurdî li Tirkiyê berbi lawazbûnê ve diçe. Cizirî vê yekê wiha rave dike:

“Asta zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê di nav Kurdan de, di danûstandinê de, di jiyana rojane de, di nivîsandin û xwendinê de di asteke lawaz de ye. Bila Kurd baş bizanibin, heke Kurdî biçe netew jî namîne.”

Li gorî Cizirî li Tirkiyê dewletê di gelek warî de zimanê Kurdî fetisandîye. Cizirî di vî warî de hişyarîyeke jî dide Kurdan û wiha dibêje:

“Sibê dewlet rabe bibêje zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî, bila bibe zimanê perwerdehê wê demê jî emê gelek zehmet bikşînin. Ji bo vî jî lazime ku em li zimanê xwe xwedî derkevin.”

FEVZİ BULGAN Korînatorê Hereheta Zimanê Kurdî
FEVZİ BULGAN Korînatorê Hereheta Zimanê Kurdî


Koordînatorê Hereketa Zimanê Kurdî Fevzî Bulgan jî balê dikşîne ser yektîya Kurdan. Bulgan dipirse dibê “Kurd çima nabin yek?” û bersîva vê jî wiha dide:

“30 mîlyon Kurd li Kurdistanê û Tirkiyê dijîn. Heke Kurd bibin yek dikarin mafên xwe, hiquqa xwe û heqên xwe biparêzin. Lê yektîya Kurdan bi bawerî û îdeolojîyê nabe, bes Kurd yektîya xwe dikarin bi ziman û çanda xwe çêkin.”

raporta Enqerê - Eyyup Demîr 27 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00


XS
SM
MD
LG