Zimanê Kurdî li Tirkîyê di nav asta xeterê de ye. Her ku diçe di nav jiyana gel de kêmtr tê bikaranîn.
Platforma Zimanê Kurdî bi heyetekê li Enqerê serdana partîyên sîyasî û pralementeran kir. Şanda Platforma Zimanê Kurdî li gel HDP, CHP û Partîya Saadetê hevdîtin çêkirin.
Şandê ji Partîya Baş û AKP’yê daxwaza hevîtinê kir, lê van partîya bersîveke erênî nehat.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxanê Cizirî piştî serdanê ragihan ku têkilîyê wan di rewşeke erênî de derbas bûye. Hevdîtina li gel partîyên sîyasî Cizirî ji bo dengê Amerîkyê got: "Zimanê Kurdî di nav asteke xeterê dا ye. Ji ber vê ber jî, me serdana parlemenê kir. Hevditina me li gel HDP’ê, CHP û Partîya Sadetê pêkanîn. Daxwaza me ew bû ku zimanê Kurdî di makezagonê de cih bigre û xetera ser zimanê Kurdî rabe.”
Di van hevditinan de hevserokên HDP Pervîn Bûldan û Sezayî Temellî bersîveke erênî daye heyetê. Heyet li gel Serokê Giştî yê CHP Kemal Kiliçdaroglu jî hevdîtinek çêkir. Cizirî ev hevdîtin wiha ragihand:
“Me pêdivîya ku bi Kurdî heye li gel Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu qise kir. Daxwazê me ew bû ku bila Kurdî di dibistanê sereta heta zankoyê bibe zimanekî perwerdê. Ev nêrînên me erênî hatin pejirandin.”
Platforma Zimanê Kurdî dîyar dike ku, heta daxwazên wan bê cî kirin wê tevgera xwe di vî alî de bidomînin.