21 Rêşemîyê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî li gelek deveren tê pîrozkirin. Ev roj ji alîyê Rêxistina Çandî, Zanistî û Perwerdehê (UNESCO) ve ji bo alîkarîkirina pirçandîyê û parastina pirzimanan di sala 1999’an da hatibû pejirandin.
Li Tirkîyê jî, ji alîyên hin partîyên sîyasî û rêxistinên demokratî ve, ev roj bi çalakîyan hate bibîrxistin.
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Mafê Mirova (ÎHD), Sendîkaya Perwerde û hin rêxistinên sîvîl bi daxûyanî û çalakîyan ev roj pîroz kirin.
Di Roja Zimanê Dayikê de kêşa zimanê Kurdî jî cîyekî girîng digre. Zimanzan Samî Tan, li ser vê rojê bersîvên pirsên Dengê Amerîka da û got:
“Zimanê Kurdî hê di asta xeterê de ye. Berî her tiştî Kurd gerek li zimanê xwe xwedî derkevin".
Tan dîsan dibêje "Pêwîste ku rêxistinên Kurdan jî rêveberîya pêşxistin û bikaranîna zimanê Kurdî bikin. Lê mixabîn ne gelê me têra xwe girîngîyê dide zimanê xwe û ne jî rêxistinê me di vî alî de di nav hewildaneke de ne. Li ber vî jî arîşa zimanê Kurdî hê jî berdewam dike.”