Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Tirkîyê Qanûna Parastina bi Zimanê Dayikê Qebûl Kir


Stenbol/ Li Parlemana Tirkîyê ev du roj in ku gotûbêj li ser bernivîsa guhertina qanûna parastina bi zimanê dayikê li dadgehan û hin guherînên qanûnî derbarê înfaza girtîyan de têne kirin.

Madeya Parastina bi Zimanê Dayikê li Dadgehan li parlemanê hate qebûl kirin. Dema ev qanûn derbaz bibe, kesê ku tê dadgeh kirin wê karibe li ser daxwaza xwe parastina xwe ya devkî bi zimanekî din anku bi zimanê dayikê bike.

Lê, di heman demê de, bersûc neçar e ji nav lîsteya ku komîsyona dadê ya bajaran dîyar kirîye, weergerekî jixwe re bibijêre ku pereyê tercuman jî ew dide.

Gotûbêjên parlemanê yên li ser madeya parastina bi zimanê dayikê bûn sedema nîqaşên giran ku gihîştin asta pevçûnê.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqînî, ji Dengê Amerîka re dibêje, piştî avêtina vê gavê, hîn ne dîyar e ku ev qanûn li dadgehan bi çi awayî dikeve merîyetê.

Ew dide zanîn, ti sazîyeke dewletê jibo peydakirina tercumanan û alîkarîya pisporên zimanê Kurdî daxwaz ji enstîtuya wan nekirîye.

Rêvebirê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Parêzer Rûşen Aslan jî qanûna parastina zimanê dayikê ji hêla hiqûqî ve bi kêmasî dinirxîne.

Birêz Aslan ji Dengê Amerîka re dibêje, ev qanûn bi taybetî li dijî Peymana Mafê Mirovan ya Ewropayê ye ku meseleya standina pereyê werger jî derbeyek e jibo mafê parastinê.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG