Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Roja Zimanê Dayikê Parlementer Taşçîer di Meclisa Tirkiyê de Bi Kurdî Axifî


Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier
Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier

Jiber ku 21'ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye, parlementerê HDP'ê Îmam Taşçier li Meclîsê bi Kurdî axifî.

Zimanê Kurdî di parlamentoya Tirkiyê de wek zimanekî "nenas" an go bi tîpa "X" tête binavkirin. Taşçier dijî vê hewlesta dewletê derket û di kursîya meclîsê de bi Kurdî wiha got "21’ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye pîroz dikim. Daxwazîya min ewe ku zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê. Neyartîya li hemberî zimanê Kurdî nayê qebûlkirin."

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier
Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier

Di Meclîsê de li ser rojeva "Zagona Personel ya Hêzên Çekdarî yên Tirk" dihat qisekirin. Taşçier ji bo qisekirinê derket Kursîyê û bi hevokekê behsa vê babetê kir û dure jî ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê rawestîya û nêrînên xwe wiha anî ziman "Li ber Roja Zimanê Dayikê min bi zimanê xwe ana qise kir. Hun zimanê me bi tîpa (X) nenas dîyar dikin. Ev zimanê ku min ana qise kir zimanê dayika min Kurdî ye. Ez dizanim ana wê di nav pêgirtîyên meclîsê de bi tîpa (X) hunê binivîsin."

parlementerê HDP’ê Ebru Gunay
parlementerê HDP’ê Ebru Gunay

Parlementer û Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî li ber helwesta Meclîsa Tirkiyê ya li hember zimanê Kurdî bertek nîşan da. Li Navenda Giştî ya HDP'ê Gunay, 21'ê Şibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir. Gunay nêrînên xwe wiha ragihandin "Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê di sala 1999 an de ji alîyê UNESCO'yê va hatîye pejirandin. Di ser vê re 22 sal derbas bûn lê mixabîn li Tirkiyê jibilî Tirkî tu zimanekî din nayê qebûlkirin. Ev polîtîkayên zimankujî li pêşîya Tirkiyê şermeke mezine."

Raporta Enqerê 21 02 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

XS
SM
MD
LG