Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Lêkolînên Kurdî rapora ziman pêşkêşî HDP'ê kir


Komela Navenda Lêkolînên Kurdî
Komela Navenda Lêkolînên Kurdî

Şandeyeke ‘Komela Lêkolînên Kurdî’ li parlamana Tirkîyê serdana Hevserokê HDP’ê Sezayî Temellî kir û rapora xweya ser zimên, raberî wî kir.

KomelaKomela Lêkolînên Kurdî ji Temellî daxwaza Meclîsa Ziman kir.

Serokê berê yê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan, piştî hevdîtinê got ku wan ew rapor li ser rewşa zimanê Kurdî û zimanên din li Tirkîyê amade kir.

“HDP wek partîya gelan e. Loma jî hin daxwazên me ji HDP’ê bûn. Me xwast ku bila di bin ban û pêşengîya HDP’ê de Meclîseke Ziman ava be û tê de ligel zimanê Kurdî, komeke zimanên din yên Tirkîyê jî li ba wê cî bigirin.”

Tan herwiha da zanîn ku wan hilbijartinên rêvebirîyêb herêmî jî ligel Temellî peyîvîn.

“Li herêma Kurdan her kî dibe endamê serokê şaredarîyê, divê Kurdî bizane. Pêwîstîya heremê Kurdan bi zanîna zimanê Kurdî heye. Bi vê raporê, me ew daxwaz ji hevserokê HDP’ê kir.”

Tan bal kişand ku derîyên partîyên din ji zimanê Kurdî re girtî ne, loma wan nekarîye serdana partîyên din bikirana.

“Armanca me ne tenê serdana HDP’ê ye. Em dixwazin ku partîyên din yên parlamanê jî zîyaret bikin, lê ew derîyê wan di wî alî de girtî ne. Heke guhertinek di wê rewşê de çêbe, em dixwazin serdana wan jî bikin.”

ED_10_24_2018_Zimane_Kurdi
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:46 0:00

XS
SM
MD
LG