Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Zimbabwe Dest Danî Ser Rêvebirîyê


General Constantino û Serokomar Mugabe, arşîv
General Constantino û Serokomar Mugabe, arşîv

Li Zimbabwe ya li başûrê rojhilata Afrîqa, artêşê ragihand ku bi awayekî demkî kontrola welêt bi dest xistîye.

Kolonel Sibusiso Moyo, îro Çarşemê ji kanala dewletê dîyar kir ku ew ne derbeyeke leşkerî ye. Moyo got ku armanca wan ‘’çareserkirina kêşeyên siyasî, civakî û aborî û girtina sûcdarên li dora Serokomar Mugabe ye’’

Moyo dîyar kir ku Serokomar Robert Mugabe, ku 93 salî ye, li cîhekî ewle ye û bi qasî ew karê xwe biqedînin ewê jîyana li Zimbabwe wek berê bidome. Moyo, ku li ser navê artêşê axifî, bang li hemî hêzên ewlekarîyê kir ku bi leşkeran re hevkarîyê bikin.

Balyozxaneyên Amerîka û Brîtanya bang li hemwelatîyên xwe yên li Zimbabwe kir ku ‘’bi baldarî tevbigerin û ji hindurê malên xwe dernekevin’’ Balyozxaneya Amerîka da zanîn ku ewê îro Çarşemê girtî be.

Mugabe li Zimbabwe ji 1987’an vir li desthilatê ye û ew demek e rojeva siyasî ya wî welatî ser dîyarkirina serokê nû bû.

XS
SM
MD
LG