Karbidestên Îraqî dibêjin bi sedema zincîreka hêrişan li Bexda bi kêmî ve 35 kes hatin kuştin û 130 kesên din birîndar bûn.
Bi kêmî ve pênc bomb li jimareka apartmentan û xaringehekê li taxê Ellawî li Bexda hatin peqandin.
Karbidestekê wezareta navxwe ya Îraqê got hêrişberekê xwekuj xwe nizîkî balyozxana berê ya Berîtanya peqand.
Peyvdarê hêzên parastinê li Bexda, ceneral Qassim Al Mûsawî, Al-Qayde biramberî wan hêrişan berpirsiyar kir.