Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Kanaleke Nû ya bi Navê Zaza Tv Dest bi Weşanê Kir


Federasyona Zazayên Tirkîyê ragihand ku di destpêka sala 2022’yan de Zaza TV dest bi weşanê kir.

Rêvebirê Giştî yê Zaza TV Murat Bukan radigîhîne ku ew hem ji Tirkîyê û hem jî ji Ewrupayê weşanê dikin.

Rêvebirê vê televîzyonê piştî sazkirina şaxên Komela Federasyona Zazayên Tirkîyê, Zaza TV’yê jî wek gaveke dawî dibînin. Bukan armanca vê projeyê jî wiha dîyar dike:

“Zimanê Zazakî li ber hindabûnê ye. Demek e dirêje ku em li ser vê projeyê kar dikin. Pêşî me li 32 bajar û bajarokên Tirkîyê Komela Federasyona Zazayan damezirand. Niha jî armanca me ew e ku zimanê ku li ber hindabûnê ye rizgar bikin. Ne li ser zimanê Zazayan û ne jî li ser rastîya Zazayan xebat nehatine çêkirin. Me jî xwast ku bi vê projeyê hem zimanê Zazakî zindî bikin û hem jî li Tirkîyê û li hemû dinê rastîya Zazayan bidin nasîn.”

Bukan hem seroktîya Komela Federasyona Zazayan hem jî rêvebirîya Zaza TV dike û li gor pêzanînên wî, di warê aborîyê de ew bixwe televîzyonê fînanse dikin.

Televîzyona dewleta Tirk, TRT bi jimareke zimanan weşan dike, lê gazînca Bukan ew e ku heta niha bi zimanê Zazakî televîzyonek nehatiye damezirandin.

“Li welatê me Zaza ne aram in. Li hêlekî Zazayan wek Tirk, li hêla din jî wek Kurd pênase dikin. Lê kes li ser rastîya Zazayan nasekine. Li Tirkîyê TRT Tirk, TRT Kurdî, TRT Erebî, TRT Îngilizî û her wekî din bi sedan zimanan weşan tê kirin, bi sedan kanal hene lê heta niha jî ji bo Zazayan televîzyonek nehatiye vekirin. Di TRT Kurdî de tenê rojê nîv saet weşana Zazakî tê kirin.”

Bukan, Zazayan ji Kurdan cûda dibîne û amaje dike ku li Tirkîyê piştî nifûsa Tirkan û Kurdan di rêza sêyemîn bi 10 mîlyonî Zaza hene. Bukan li ser Kurdan jî rexne tîne û wiha dibêje:

“Li Tirkîyê piştî Kurdan û Tirkan nifûsa herî zêde Zazane. Piştî Tirkî û Kurmancî herî zêde Zazakî tê bikaranîn. Ana Zazakî ya ku tê bikaranîn tevahî ketîye bin Kurmancî, Zazakîya xurî nayê bikaranin. Dayika min vê Zazakîyê fem nake. Li ber van hemû sedeman me jî Zaza Tv damezirand.”

Rêveberê Zaza Tv Murat Bukan, naveroka Zaza Tv jî wiha tîne ziman:

“Weşana me sedan 50 Zazakî yê dinê Tirkîye. Lê em dixwazin bi Kurmancî û him jimanên din jî weşana xwe bikin. Di herikîna weşana me de belgewar, fîlmên karton, rêzefîlm, bernamên gengeşî, mûzîk, huner û çand û ji bo Zazayên dîyasporayê jî bernamen taybet hene.”

ED_18_01_2022_Zaza_Tv
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG