Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zubeyir Aydar: Hebûnek Kurdan li Cehnemê Hebe Tirk li Dij In


Zubeyir Aydar endamê Konseya Rêvebir ya Koma Civakên Kurdistan KCK'ê
Zubeyir Aydar endamê Konseya Rêvebir ya Koma Civakên Kurdistan KCK'ê

Medya Trikiyê dide zanîn ku berpirsên Enqerê navê Salih Mislim, hevserokê berê yê Partiya Yekêtiya Demokratîk PYD'ê xistiye di nava lîsta sor de. Salih Mislim herçende welatiyekî Sûrî ye û ji Kabanê ye, lê Tirkiye wî dixwaze.

Derbarê daxwazên Tirkiyê yên li dij Salih Mislim û PYD û YPG'ê, Dengê Amerîka hevpeyvînek li gel birêz Zubeyir Aydar Endamê Konseya Rêvebir ya Koma Civakên Kurdistan KCK'ê encam da, Aydar dibêje "Eger ku destkeftek Kurdan li kû derê hebe Tirkiye li dije, ji xwe re dibêjin misilman bawer bike, hebûnek Kurdan li cehnemê jî hebe, Tirkiyê dê li dij rawiste".

Aydar da zanîn ku, Tirkiye dixwaze rê liber siyaset kirina Kurdan bigire û nehêle kesên weke Salih Mislim xebata xwe berdewam bikin.

Di beşekî axiftina xwe de birêz Aydar got, "ew hêvî dikin Cîhan hemû bi taybet cîhana Rojava, Amerîka û Ewrupa van leystokên Tirkiyê bibîne û jê re nebin palpişt".

Temamiya hevpeyvinê di fayla deng de ye.

Hevpeyvîn li gel Zubeyir Aydar
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:18 0:00

XS
SM
MD
LG