Avakarê Facebookê Mark Zuckerberg ji civîneke onlayn dîyar kir ku niha 95 ji sedê xebatkarên wan ji malê dixebitin û ew şêweyê xebatê dê bo nîvê xebatkarên wan bi awayekî mayînde bidome.
Zuckerberg got ku xebata ji malê ya jiber vîrusa korona çêbûye, kiriye ku ew jinûve ser xebata li ofîsan bifikire.
Wî da zanîn ku herî zêde heta 10 salan dê nîvê 45,000 xebatkarên Facebookê derbazî xebata ji malê bibin.
Facebook dê berê destûrê bide endazyarên payabilind ku ji malê bixebitin û dûre xebatkarên ku performansên wan baş bin jî dê karibin bo xebata ji malê serlêdanê bikin.
Mark Zuckerberg: Nîvê Xebatkarên Facebookê Dê bi Awayekî Mayînde ji Malê Bixebitin
