Artêşa Tirkîyê Kuştina 25 Serhildayên Kurd Ragihand

Balafirên Tirkîyê.

Artêşa Tirkîyê roja Duşemê ragihahd ku bi sedema êrîşên esmanî li dijî bingehên serhildayên Kurd li Îraqê 25 çekdar hatin kuştin.

Artêşê ragihand ku bi sedema êrîşa esmanî ya roja 24’ê Hezîranê 25 çekdar li Qendîlê hatin kuştin û 23 çekdarên din birîndar bûn.

Hejmara kuştîyan ji layê alîyên serbixwe ve nehatîye piştrastkirin.

Tirkîyê dîsa êrîşa esmanî destpêkir piştî di êrîşeke serhildayên Kurd de li meha bihurî heşt leşkerên Tirk li Hekarî hatin kuştin.