Azad Kurdî: Îran Heta Dawî dê Piştgîrîya Esed Bike
Serokê Sûrî Beşar El Esed û Serokê Îranî Mehmûd Ahmedînejad (erşîv).
Nûnerê navneteweyî Kofî Annan roja Sêşemê serdana Îranê kir, li çarçova bizavên bi dawî anîna tundûtûjîya li Sûrîyê.
Annan li Tehranê gote peyamnêran ku hikûmeta Îranê hevkarîya bizavên wî dike û ji Îranê xwest ku berdewam be li hevkarîya wî jibo vedîtina çareserîyeke aştîyane bo qeyrana Sûrîyê.
Azad Kurdî, rojnamevan û endamê desteya birêvebirina Civaka Aştî û Demokrasîya Kurdistanê, got ku daxuyanîya birêz Annan derbarê hevkarîya Îranê li Sûrîyê “îdîayeke ecîb bû.”
Birêz Kurdî dibêje ku rêberên Komara Îslamî naxwazin rejîma Beşar El Esed ji holê rabe û alîkarîya rejîma Sûrî dikin di warê lojistîk û leşkerî de. Birêz Kurdî herwiha dibêje ku Îran heta dawî dê piştgîrîya Esed bike.